Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutogluyê ku di Kongreya Mezin a Derasayî ya 1emîn a AK Partiyê de ji bo serokatiya giştî wek namzed hat nîşandan wiha got: "Em derketine meşa Tirkiyeya mezin. Ev meş dê heta hetayî bidome û derbasî nivşên nû bibe."
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutogluyê ku di Kongreya Mezin a Derasayî ya 1emîn a AK Partiyê de ji bo serokatiya giştî wek namzed hat nîşandan li Salona Sporê ya Arenayê ya Enqereyê axivî. Davutoglu di axaftina xwe ya kongreyê de destnîşan kir ku AK Partî di şertên konjokturel ên siyasî de ava nebûye û wiha got: "AK Partî partiyeke heyamî nîne, AK Partî xitabî her kesî dike. AK Partî milet bi xwe ye û îdeala gel e."
Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên Geziyê û operasyonên di 17 û 25ê berfanbarê û wiha got: "Di 2013an de bi bûyerên Geziyê û 17 û 25ê berfanbarê xwestin êrîşî îradeya gel bikin."
Davutoglu di axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanan, bawerî û azadiya îfadekirinê di bin hîmaya hikûmeta AK Partiyê de ye û got ku dê azadiya tu kesî neyê binpêkirin.
Namzedê serokatiya giştî ya AK Partiyê Davutoglu bal kişand ser têkiliya di navbera serokwezîr û serokomar de û wiha dewam kir: "Ji ber ku serokomar û serokwezîr bi hilbijartinê tên kes nikare navbera herdu meqaman xera bike."
Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Yên ku dixwazin dewletê bikin bin kontrola xwe dê bi ser nekevin. Me serê xwe li ber operasyonên siyasî netewand û em ê tu wextê netewînin."
Ahmet Davutoglu di xeberdana xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Wekî ku Birêz Serokomarê me di axaftinên xwe yê berê de digot, di heyama nû de hikûmeta nû wê xwedî li emanatê pêvajoya çareseriyê derkeve. Heta ku pêvajo biçe serî xew li me heram e."
Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Dewlet û milet bi saya aîdiyetê li ser piya dimînin. Heger hişmendiya aîdiyetê zeîf bibe, welatî bên înkarkirin dewlet û gel li ser piya namînin. Li ba me helwesta mezhebî tuneye. Welatiyên me yên elewî û sunî li ser vê axê welatiyên eslî ne û dê tim wisa bimînin."