Serokomarê 12emîn ê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji hêla gel ve hat hilbijartin, iro dê di Lijneya Giştî ya TBMMyê de sond bixwe û dest bi wezîfeya xwe bike.
Lijneya Giştî ya TBMMyê dê iro di saet 14.00an de, bi serokatiya Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek bicive.
Meclis dê bi xwendina navan ve dest pê bike. Çîçek dê ji kursiyê zabitnameya li ser navê Erdogan hatiye amadekirin bide Erdogan.
Piştî ku Erdogan sond xwar, Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariyê dê Sirûda Îstiklalê lê bixe.
- Serokên Dewlet û balyozxaneyan dê beşdarî merasimê nebin
Serokên Dewlet û balyozxaneyan dê beşdarî merasima sondxwarinê nebin. Mêvan dê li Koşkê beşdarî resepsiyonê bibin.
Malbata Erdogan jî dê li Salona Lijneya Giştî ya ku ji bo Serokomariyê hatiye veqetandin dê merasimê temaşe bike.
Ji bo ku di merasimê de pirsgirêk çênebe li salonê prova hat kirin, salon hat paqijkirin, sîstema deg hat guhertin. Ji bo 800 wesayîtan otoparka girtî jî dê bê bikaranîn.
Erdogan beriya sondxwarinê dê here Anitkabirê çelengê dane li ser qebra Ataturk û paşê jî dê here Koşka Çankayayê.
Serokomar Erdogan dê di saet 16.30an de dê bi jina xwe Emîne Erdoganê re here Koşka Çankayayê û dê beşdarî merasima wezîfeguhertinê bibe.
Serokomarê 11emîn Abdullah Gul dê pêşwaziya Erdogan bike.
- Gul ve Erdogan dê derkevin pêş mêvanan
Gul ve Erdogan piştî hevdîtinê dê li Salona Resepsiyonê ya Koşka Çankayayê derkevin pêş mêvanan û li wir dê biaxivin.
Piştî ku resepsiyon qediya Gul dê bi wesayîteke forsa Serokomariyê ne li ser e ve dê ji Koşkê veqete û here.
Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan dê li salonê pîrozbahiyên mêvanan qebûl bikin.