26 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak beşdarî bernameyeke CNNTurkê bû û li ser rojevê daxuyanî da û pirs bersivandin.
Kaynak li ser pirsa ku Galatasarayê Hakan Şukur îxrac nekir wiha got: "
"Galatasarayê biryareke ku wê were nîqaş kirin da, ev tu car nayê qebûlkirin. Li wê derê biryar hatiye dayîn ku hin kes ji endamtiyê werin îxrackirin. Têkiliya wan bi FETO ra bi tu awayî qasî Hakan Şukur tuneye. Hakan Şukur bûye sembola wê camîa û hereketê. Heke îxrackirina Hakan Şukur munasib nedîtibin, neheqî li wanê din kirine. 15ê tîrmehê ji milletê me her girseyî, her mensûbê rengên siyasî birîndar kir û hê jî travmaya wê xelas nebûye. Galatasaray piştî 15ê tîrmehê heke li van kesan xwedî derkeve, wê ji Galatasarayê ra nerind be, ji kulûba me ya sedsalane ra nebaş be."
Bi hinceta ku bi FETO ra têkildar in, Galatasarayê endamtiya Zekeriya Oz, Şahabettîn Harput, Huseyîn Avnî Mutlu, Îsmaîl Demîrîz û Hazîm Seslî betal kiribû, lê daxwaza îxrackirina Hakan Şukur û Arif Erdem hatibû redkirin.