IGDIR
Li Îdirê 7 bizinên ku di kendal de asê man bi destê tîmên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hatin xelaskirin.
Li gor agahiyan li gundê Goktaşa Tuzlucaya navçeya Îdirê 7 bizinên Cengiz Yîgîtalp di kendal de asê man û Yîgîtalp agahî da cendirmeyan. Cendirme hatin ciyê bûyerê bangî tîmên AFADê kirin.
Tîmên AFADê hatin ciyê bûyerê û di nav 2 saetan de bizinên di kendal de asê mabûn xelas kirin.
Yîgîtalp daxuyanî da û wiha got: "Waryeta min ev bizin in. Bi saya van bizinan em debara xwe dikin. Şikir ji Xwedê re telef nebûn."