Serokê berê yê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr ji HDPyê bû bernamzedê parlementeriyê yê Şanliûrfayê.
Baydemîr ji bo namzediyê serî li Serokatiya HDPyê ya Navçeya Xelîliyeyê da û pişt re daxuyaniyek da rojnamevanan. Baydemîr bi bîr xist ku di hilbijartinan de ji Şanliûrfayê bibû namzedê serokatiya şaredariya mezin a Şanliûrfayê.
Baydemîr destnîşan kir ku dê xebatên hilbijartinê yên li Şanliûrfayê di nav nezaketê de bike û wiha axivî:
"Kesekî ku carekî ava Rihayê vexwe nikare dev ji vê bajarê berde. Daxwaza me hemûyan e ku em li ser xîmên wekhevî, azadiyê, û edaletê de jiyaneke nû ava bikin. Ez di lîsteyê de cî bigirim jî negirim jî ez ji bo ku piştgiriyê bidim xebatên hilbijartinê dê hewl bidim."