DIYARBAKIR
Li herêma Başûrê Rojhilatê û Rojhilatê çend hefte ye ku înfaz tên kirin û qasî 10 kesan mirov mirin. Saziyên civakî, akademîsyen û siyasetmedaran ji ber van êrîş û înfazan bertek nîşandan.
Li Diyarbekir û Hekariyê piştî çalakiyên bêdestûr ên ji bo DÎŞIyê di kuçeyê de hêzên ewlekariyê hatin kuştin. Êrîş li Midûrê Ewlekariyê yê Bîngolê hat kirin. Li Kanîreşa navçeya Bîngolê welatiyek ji ber endamtiya HUDA-PARê hat kuştin. Dîsa xortekî 22 salî li Cizîrê bi hinceta muxbiriyê hat kuştin. Ev hemû bûyer li herêmê bûn sedema tengezarbûnê.
Saziyên civakî, akademîsyen û siyasetmedarên li Diyarbekirê ji ber van êrîş û înfazan bertek nîşandan û ev bûyer şermezar kirin.
- "Divê em bertekê nîşan bidin"
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku bûyerên wiha li herêmê dibin sedema rageşiyê û mirov ji van bûyeran ditirsin.
Coşkun wiha axivî: "Ev çalakî li dijî pêvajoyê ne. Tişta herî girîng a pêvajoyê ew bû ku tu kes nemre. Lê piştî ku ev tişt qewimîn şik derketin holê. Divê her kes rasterast li dijî van bûyeran tevgera xwe bide nîşandan."
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Ozgur-Derê Murat Koç jî got ku PKK bi van bûyeran ve dixwaze hêza xwe nîşan bide û wiha axivî:
"Ev tişt nayên qebûlkirin. Tişta herî girîng a pêvajoyê ew bû ku mirov nemrin. PKK wisa tevnagere. Guh nade pêvajoya çareseriyê. Ji yekî re dibêje sîxur, ji yekî re dibêje astsubay. Di kuçeyan de bi zor û zextê ve mirov tên kuştin. Ev tişt ji hêla mafên mirovan ve nayên qebûlkirin."
- "Divê siyasetmedarên HDP û BDPyî bertekê nîşanî van bûyeran bidin"
Koç axaftina xwe wiha domand: "Dema dewletê jî ev tişt dikirin me bertek nîşan dida û niha dema ku PKK dike jî divê em li hember vê bisekinin. Mafekî wan ê wisa tuneye ji hinekan re bibêje sîxur, ji hinekan re bibêje kontra û wan bikuje. Kê dike bila bike ev înfaza bêdaraz e. PKKyê bi salan e digot ku em mexdûr in. Lê tiştên ku dewletê di salên 1990î de kirin niha PKK dike û van tiştan jî qebûl dike. Divê siyasetmedarên HDP û BDPyî bertekê nîşanî van bûyeran bidin, bêdengmabûna wan tiştekî dilsoj e. Heke bertek neyên nîşandan em bi fikar in ku ev tişt dê zêde bibin. Em li dijî van bûyeran in."
- "Hinek hê ji salên 1990î xilas nebûne"
Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê yê berê Abdurrahman Kurt jî got ku li herêmê tevgereke wek jîtemê heye û wiha axivî: "Bi salan me gilî û gazin ji ber rêbirînan dikir, lê niha hinek hê jî rêyan dibirin. Me gilî ji kuştinên bêkiryar dikir, hê dewam dike. Hinek hê ji salên 1990î xilas nebûne. Divê ew jî dev jê berdin. Dewlet di vê mijarê de diguhere. Ji ber vê divê her kes jî dev ji van tiştan berde. Em ji xwînrijandin û hêsirbarandinê aciz bûn. Bila tu kes me mecbûrê van tiştan neke."
- "Divê fail bên dîtin û dilê gel rehet bibe"
Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Diyanet Senê Omer Evsen jî daxuyand ku dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir rewşeke aram hebû, lê di rojên dawîn de ev bûyerên ku çêbûn bûn sedema tirsê.
Evsen wiha axivî:"Di welatekî wiha demokratîk de bûyerên wiha divê bên çareserkirin û fail bên girtin da ku dilê gel rehet bibe. Bûyerên wiha tu caran nikarin me bibin salên 90î. Lewra gel baweriya xwe bi aştiyê tîne. Naxwaze nû ve pevçûn çêbibe. Divê her kî dibe bila bibe ev bûyerên tundiyê bên şermezarkirin. Gel naxwaze ku bûyerên wiha cardin çêbibin."