Sererkaniyê ragihand ku hin kesên nasnameyên wan nediyar ên dixwastin bi rêyên derqanûnî derbasî Sûriyê bibin, hatin girtin. Di wesayitên wan de jî 20 telîsên ku giraniya her yekî 50 kîlo tê, tevî 8 warîlên mezin yên mohrkirî hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Serokatiya Sererkaniyê hat weşandin, li sînorê Sûriye û Tirkiyê, li herêma di bin pirsiyariya Kerekola Yeşîlceyê ya Hidûdê de, sê wesayît hatin sekinandin.
Yên di wesayîtan de wesaît hêlan û revîn. Li ser vê hêzên ewlehiyê gule berdan hewa lê gûmanbar nerawestyan û revîne aliyê Sûriyê. Ji yên revîn bi tene yek hate girtin.
Di wesayitan de 20 telîs kukurt ku giraniya her yekê 50 kîloyî tê, tevî 8 warîlên mezin ên mohr kirî hatin bidestxistin. Warîl ji bo lêkolînê sewqî şaxa ewlehiyê ya herêmê kirin.
Der barê kesê hat girtin de dest bi lêkolînê hat kirin.