Xwişka serokê rêxistina PKKê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan ji bo ku biçe Girava Îmraliyê hate Gemlikê.
Fatma Ocalan û keça wî Dîlek Ocalan bi tevî xwişkên Cumalî Karasû Wesîle Taş û Elvan Camê û xizma Şeyhmûs Poyraz Felek Cizlaşmakê hatin cem Fermandariya Cendirmryan a Navçeya Gemlîkê. Fatma Ocalanê li ser pirsa rojnamegerekî got ez du meh berê çûm cem kekê xwe, wê demê rewşa wî asayî bû. Ji min tiştek nexwestibû. Rewşa malbatê pirsî. Me zêde tiştek xeberneda. Me bi xwe re tiştek nebiribû, jixwe qedexe ye û nahêlin em tiştekî jê re bibin. Pêyê min seqet e, ez nikarim bimeşim. Ji ber vê çendê min keça xwe ji bo refaqatiyê bi xwe re anî. Lê destûrê nadine wê jî"
Fatma Ocalan, Wesîle Taş, Elvan Cam û Felek Cizlaşmak ji bo karên fermî li ber Fermandariya Cendirmeyan sekinîn.
Xizmên girtiyan ji bo ku biçine Girava Îmraliyê wê ji Lîmana Gemlîkê hereket bikin.