02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Çalakiya HDPyê ya li Diyarbekirê bi navê "Nobeta Edalet û Wijdanê" dest pê kir li Parka Yogurtçuyê ya Kadikoyê jî dewam dike.
Cemal Canpolatê Serokê Stenbolê yê CHPyê û Sezgîn Tanrikuluyê Parlementerê Stenbolê yê CHPyê çûn serdana rayedar û parlementerên HDPyê ku Filîz Kerestecîoglu, Mîthat Sancar, Ertugrul Kurkçu û Sirri Sureyya Onder di nav da ne.
Canpolat li vir xeberda û destnîşan kir daxwaza edaletê daxwaza hevbeş a hemû welatiyan e.
Sezgîn Tanrikulu destnîşan kir Tirkiye di dîroka xwe da ji heyameke zor û zehmet derbas dibe û got Tirkiye ezmûna demokrasî, azadî û edaletê dide.
Filîz Kerestecîogluyê jî ji bo serdana pişrtgiriyê sipasiya lijneya CHPyê kir.
Wek mayîn li derdora parkê polês tevdîrên ewlehiyê hildane û derdora parkê jî bi bariyeran hatiye girtin.