Elif Orhan
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas re cuda cuda bi telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Pompeo û hevtayê xwe yê Alman Mass re bi telefonê axivî.
Çavuşoglu di nav rojê de jî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan re bi telefonê axivî.
Der barê naveroka hevdîtinan de tu agahî nehatin dayîn.