ŞIRNAK
Hat gotin ku der barê Nadîr Almayê ku di bûyera Ûlûdereya navçeya Şirnexê de hatibû kuştin di sala 2003an de ji ber qaçaxcîtiyê doz hat vekirin û cezayê pereyan hat birîn. Lê ev cezayê ku 5 sal ewil hatibû dayîn nû ji malbata wî re hat şandin.
Birayê Nadîr Alma Hîkmet Alma daxuyanî da û got ku Dadgeha Cezayê ya Aslîyeyê ya Ûlûdereyê di 11ê hezîrana 2009an de der barê bireya wî de ji ber sûcê qaçaxcîtiyê 8 hezar 403 lîre cezayê pereyan daye û ev ceza jî bavê wî Sadik Alma re hatiye şandin