DIYARBAKIR
Aysel Tûglûk ji ber hin axaftinên xwe yên di çalakiyan de yên ku di navbera salên 2005 û 2009an de wekî "propagandaya rêxistina terorê dike" û "ne endamê rêxistinê be jî li ser navê rêxistinê sûc dike" dihat sûcdarkirin. Ji ber vê jî der heqê wê de 14 sal û 7 meh ceza dihat xwestin. Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ev qerar betal kir û doza Parlamentera Vanê ya Serbixwe Aysel Tûglûk dîsa hat rojevê. Mehkemeya Cezayê Giran a 4emîn a Diyarbekirê ji ber vererastkirinên zagonî yên nû biryara betalkirin û texîrkirina hin dozên der heqê Aysel Tûglûkê de da.
Rûniştin li Mehkemeya Cezayê Giran a 4emîn a Diyarbekirê hat kirin û Aysel Tûglûk nehat rûniştinê. Parêzerên Tûglûkê Fethî Gumuş û Sedat Yûrtdaş li rûniştinê hazir bûn.