Civîna ku di bin serokatiya Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş de dest pê kir, bûyer û geşedanên ku li sînorê Sûriyeyê diqewimin hatin nirxandin, qediya.
Civîn di bin serokatiya Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş de li Avahiya Navendê ya Serowezîriyê hat kirin û 4 seet berdewam kir.
Alîkarê Wezîrê Navxweyî Osman Guneş, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nacî Koru, Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Hulusî Akar, Alîkarê Misteşarê MÎTê Îsmaîl Hakki Mûsa, Serokê AFADê Fuat Oktay, Waliyê Kordînator Veysel Dalmaz, Kordînatorê Dîplomasiya Kamûyê yê Serokwezîrtiyê Cemalettîn Haşîmî û alîkarên misteşaran ên wezaretên eleqedar beşdarî civînê bûn.
Di civînê de li ser bûyer û geşedanên ku li sînorê Sûriyeyê diqewimin hatin axaftin û hat destnîşankirin ku "xebatên der barê pêvajoyê de bi hesasî Tên meşandin."