ANKARA - FATÎH GAZÎOGLU - TURKAN TOSUN
Rewşenbîr der barê pêvajoya çareseriyê de axivîn û gotin ku tîmeke çavdêran a bêalî dibe ku di pêvajoyê de xebatan hêsantir bike.
Endamê Koma Anadoluya Navîn a Heyeta Mirovên Aqilmend Prof. Dr. Dogu Ergîl, Nivîskar Îbrahîm Guçlu û Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê yê berê û Endamê Koma Herêma Anadoluya Rojhilatê yê Heyeta Mirovên Aqilmend Abdurrahman Kurt ji nûçegihanên AAyê re behsa pêvajoya çareseriyê û rewşa dawîn kirin.
Prof. Dr. Dogu Ergîl daxuyand ku divê ewil çi wê bê çareserkirin ev bê tespîtkirin.
Ergîl got ku hikûmet ewil dixwaze ku dev ji çekan bê berdan û wiha axivî:
"Lê pişt re wê çi bê kirin qet behsa wê nayê kirin. Em nizanin. Ji bo aliyê kurdan jî danînaçekan tiştekî girîng e, lewra ev ê bibe destpêka guherînên mezin. Yanî ji bo aliyekî hedefa dawîn ev e û ji bo aliyê din jî destpêk e, lê hevî û bawerî pir cuda ne."
"Ev karekî pisporiyê ye, baweriyê ye"
Ergîl got ku tîmeke çavdêran a bêalî dibe ku di pêvajoyê de xebatan hêsantir bike û wiha dewam kir:
"Dibe ku 'çavdêrek' -binêhêrin tu kes nabêje aliyê sêyemîn- dibe ku di pêvajoyê de xebatan hêsantir bike. Bi peyva hêsantirê ve ez dixwazim vê bibêjim; pirsgirêk divê bê terîfkirin, fikreka hevpar derkeve holê, alîkariyên teknîkî bên dayîn, baweriya di navbera herdu aliyan de divê bê zêdekirin û tiştên li ser hev kirine bên nivîsandin. Armanc ew e ku dem badilhewa ji ser re derbas nebe. Ev karekî pisporiyê ye, baweriyê ye. Ji ber vê feyda çavdêriyê heye. Lê hikûmet çi difikire û bi çi razî dibe ev ne diyar e."
"Bûyerên Kobanêyê trajediyek bû"
Nivîskar Îbrahîm Guçlu jî behsa bûyerên 6 û 7ê cotmehê yê Kobanêyê kir û got ku ev bûyerên trajedîk li ser daxwaza Qendîlê çêbûn.
Guçlu got ku Tirkiyeyê dixwest ku li Sûriyeyê herêmên biewle û ji bo balafiran herêmên qedexe ava bike, lê ev bûyer qewimîn û wiha axivî:
"Sûriye û Îranê xwest ku Tirkiye ne bi vê daxwazê, bi meseleyên xwe yên hundir ve eleqedar bibe. Ya din jî Qendîlê xwest ku tiştên ku Abdullah Ocalan di pêvajoyê de nabêje ve hişyarî bê dayîn. Qendîlê xwest ku Ocalan re wiha bibêje 'Temam tu bi hikûmetê re hevdîtinê dikî, lê ev hevdîtin ne hevdîtineke te ya azad û xweser e. Tu niha mirovê dewletê yî. Ji ber ku gotinên te û agirbesta me li gor berjewendiyên me bûn me ev qebûl kir. Divê ku em li Sûriyeyê îqame bibûna, me sîstemeke desthilatiyê ava bikira me ev daxwazan anîn cih."
"Di navbera berjewendiyên HDP û Îmraliyê de cudahî hene"
Guçlu got ku di navbera berjewendiyên HDP û Îmraliyê de cudahî hene û Qendîl bixwaze jî nikare dev ji çekan berde. Guçlu axaftina xwe wiha domand: "Desthilatiya li ser PKKyê heye yanî Îran, Sûriye, Rûsya, Ermenistan û gelek hêzên navneteweyî destûrê nadin ku PKK çekan dayne. Bê çek siyasetkirin ji bo PKKyê xelasbûna PKKyê ye. HDPyê piştî bûyerên Kobanêyê hewl da ku rewş aram be û pêvajo dewam bike. Li gor min ev taktîkek bû. Ceribandinek kirin û li gor xwe bi ser jî ketin. Lê piştî ku gel bertekeke mezin nîşan da, dîtin ku zêde divê pêş ve neçin."
Guçlu daxuyand ku HDP dixwaze polîtîkaya PKKyê dewam bike û wiha axivî: "Dibêjin mirovên aqilmend, çavdêr û nizam çi. Ev tê meneya 40 çavan û fikrên cuda. HDP, hikûmet, PKK û mirovên aqilmed pirsgirêkê cuda cuda dibînin. Li ser navê PKKyê jî ji xwe deh nûner nabin. Qendîl, HDP, Lijneya Civaka Demokratîk, Ocalan, mirovên aqilmend yanî her kes nûner e. Divê hemû kurd wek muxatab bên dîtin. Li ser navê Kurdan partiyên siyasî yên din hene mesela, HAK-PAR, Însiyatîfa Azadiyê, Parlementerên AK Partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistan, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê, Huda Par, axa, şêx û rûspî."
"Hikûmet bi sebr û bi biryar xwedî li pêvajoyê derket"
Endamê Koma Herêma Anadoluya Rojhilatê yê Heyeta Mirovên Aqilmend Abdurrahman Kurt jî daxuyand ku daxwaza gel a aştiyê heye û ev jî dibe sedem ku ev pirsgirêk bi zora siyasetê ve bê çareserkirin.
Kurt got ku siyaseta HDPyê hin caran bi daxuyaniyên Qendîlê ve dibe sedema rewşeke neyênî û wiha axivî: "Lê dîsa jî hikûmet bi sebr, bi biryar û metanetê ve xwedî li pêvajoyê derket. Bi taybetî jî hin rêxistinên ku hewl dan ku derbeyê li pêvajoyê bixin xwe dane hev û tevgera xwe rast kirin. Ev tiştekî baş e."
Kurt got ku êdî dewlet ne dewleta berê ye û yên ku dewletê zilm lê dikirin îro bûne desthilat û wiha axivî:
"Ji aliyekî neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza hebin, aliyê din jî neviyên Atifê Îskîlipê hene. Ev kar karê pêvajoyê ye û bi lez tişt nabin. Gelek hewlên psîkolojîk hatin dayîn ku pirsgirêka kurd çareser nebe. Lê dîsa jî li gor mînakên dinyayê û li hember hemû provakasyonan pêvajo bi awayekî serkeftî dewam dike. Parastina pêvajoyê deynê stûyê me hemûyan e û divê em biparêzin."
news_share_descriptionsubscription_contact
