Cotkaran li ser kargehên xwe, li ser dîwaran û wesayîtan "cotkar ne diz in" nivîsandin û aciziya xwe nîşan dan.
Hasan Vural li ser navê cotkaran axivî û daxuyand ku bi çavê dizan cotkaran tê nihêrandin û ev nêrîn jî cotkaran aciz dike.
Vural wiha axivî: "Ji bo ku em bertek nîşan bidin me li ser camên kargehan, dîwaran, wesayîtan afîşên "cotkar ne diz in" daliqand. Esnaf û gel piştgiriyê dan me. Ez dibêjim yên ku cotkaran re dibêjin diz, bila şerm bikin û ez êdî naxwazim tiştekî din bibêjim. Ji ber ku DEDAŞê dest da li ser pereyê me û ceyrana me birî me doz li wan vekir ku em mafê xwe hildin. Em benda encama dozê ne. Ji ber bûyerên qewimîn, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker mufetîş şande herêmê. Mufetîş dê bi kesan û saziyan re biaxivin ku raporekî amade bikin. Pişt re ew ê vê raporê pêşkeşî wezîr bikin. Em hêvî dikin ku di raporê de encameke êrênî hebe."
Vural got ku daxuyaniya Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, ya ku dibêje cotkar divê wezîfeya xwe bikin û ji bo ku ew deynê xwe bidin alîkariya wan dê bê kirin di dilê wan de hêviyek pêk aniye.
Vural daxuyand ku Yildiz dibêje 'PKK û hin kesên din nav li hin cotkaran didin' gotineke nebaş e û wiha axivî:
"Ev daxuyaniyeke ne baş e. Di vê dozê de fikrekî siyasî tune. Yên ku vê dozê re eleqedar in û dozê dişopînin AK Partiyî ne û gelekan rayên xwe dane AK Partiyê. Di nav cotkaran de kesên ku fikrên wan ên siyasî cuda cuda ne hene. Hemû civîn û çalakiyên cotkaran ne sîyasî ne. Her kes li vir ji bo nanê xwe hewl dide. Armanceke siyasî tune. Nikare bibe. Em mecburin ku vê bibêjin."
Vural got ku çareseriya pirsgirêka ceyranê di destê hikûmetê de ye.
Vural bal kişande li ser GAPê û daxuyand ku divê sîstema avdayînê ya GAPê heman bê xelaskirin ku pirsgirêka ceyranê çareser bibe, bêkarî û îthalat li herêmê kêm bibe.