ŞANLIURFA
Mamosteyê Sûriyeyî yê Kurd Îdrîs Demoyê ji ber şerê navxweyî revî û xwe sipart Tirkiyeyê got ku ew niha li Tirkiyeyê mamostetiyê dike û ji bo vê jî bextewar e.
Demo 10 sal berê li Helebê dest bi mamostetiyê kir; lê ji ber şerê navxweyî derbasî Kobanê bû û demekê li vir mamostetî kir. Demo ji ber ku li Kobanê jî şer giran bû 3 meh berê digel malbata xwe hat Tirkiyeyê.
Demoyê ku nêzî Sirûcê dijî, her roj diçe dibistana leylî ya Sirûcê û li vir bi dildarî, perwerdeya ingilîzî dide zarokên penaberan.
Mamosteyê ingilîzî Demo, daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ji ber şerê navxweyî, mecbûr ma ku dev ji dibistan û xwendekarên xwe berde û xwe bispêre Tirkiyeyê.
Demo got: "Em îro ji welatê xwe dûr, li welatekî din dijîn. Lê jiyan berdewam e. Bi taybetî zarokên ber şer ji xwendin û perwerdeyê paşve man. Em her çiqas li welatê xwe nebin jî divê perwerde dewam bike. Berî mehekê li vir li ser daxwazê konê perwerdeyê hat vegirtin. Li vir her roj bi dildarî ingilîzî, frensî, erebî û tirkî hînî xwendekaran dikim. Her çiqas rojê du saet be jî, ji bo ku ez cardin mamostetiyê dikim bextewar im."
Demo got şert û mercên li vir ne baş in lê dîsa jî em perwerdeyê didomînin û wiha dewam kir: "Cihê ku em lê perwerdeyê didin têrê nake. Pêdiviya me bi pênûs, lênûsk û amûrên din ên perwerdeyê heye. Ji ber vê jî em dixwazin navendeke baştir ji bo xwendekaran bê vekirin."
Demo got ku ew ji bilî mamostetiyê wergêriyê jî dike.
Ji xwendekaran Awaz Cûma (15) jî got ku ew li navenda perwerdeyê rojê du saetan ingilîzî fêr dibe.