30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Dîmenên 4 endamên PKKya rêxistina terorê ku li Hesenkêfa navçeya Batmanê di operasyona dijî şikeftekê da teslîm bûn derketin holê.
Piştî ku Şaxa Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlehiya Sêrtê agahî hilda ku wê endamên PKKyê li Keleçiya gundê Hesenkêfê ji hevkarên xwe melzeme temîn bikin xeber da Fermandariya Cendirmeyên Batmanê û ji bona operasyonê ekîbên cendirme û polêsan bi firokeyê sewqî herêmê kirin.
Di dîmenan da operasyona hêzên ewlehiyê û dema teslîmbûna terorîstên ku di şikeftê da hatin dorpêçkirin hene.
- 2 terorîst biyanî ne.
Di lêkolînan da derket holê ku du terorîst biyanî ne û yek H.O.yê ji Îranê ye û nasnava wî "Hêmin" e û yê din jî K.Y.yê ji Iraqê ye û nasnava wî "Kemal" e.
Li gor agahiyan du terorîstên din jî yek Î.A.yê bi nasnavê "Şiyar" û yê din jî U.T.yê bi nasnavê "Mahir" e.
Wek mayîn hat tesbîtkirin ku H.O. qaşo berpirsiyarê tabûra qada Botanê, Çemê Cehenemê û Mava-Dargeçitê yê PKKyê ye û U.T. jî sabotajkarê rêxistinê ye.
Li qereqolê jêpirsîna cendirmeyan ya der barê endamên rêxistinê da dewam dike.