KARS
Ji bo 90 hezar leşkerên ku li çiyayên Allahuekberê cangorî bûn li navçeya Sarîqamîşê merasima bîranînê hat kirin.
Bernameya bîranînê bi hevakariya Komeleya Alîkariya Xwendekarên Dibistanê û Qursan a Sarîqamîşê û Wargeha Xwendekaran a Çamlicayê hat çêkirin. Di bernameyê da hafiz Ahmet Kayaci ji bo cangoriyan Qur'ana Pîroz xwend û belgefîlam bi navê "Ji Sarîqamîşê Ber Bi Sibiryayê" ya ku lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Kahraman amade kiriye hat nîşandan. Piştî xwendina helbestan xwendekarên şanoya bi navê "Cangoriyên Sarîqamîşê" lîstin.