VAN
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li Wanê çûn serdana esnafan.
Li navçeya Edremîta Wanê di otêlekê de bi beşdariya waliyên herêmê ve Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Iraqê Nêçîrvan Barzanî hatin bal hev. Piştî civînê Barzanî beşdarî bernameya TRT 6ê bû.
Piştî bernameyê Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Wanê li ser Kolana Fewzî Çakmak çûn serdana esnafan û bi esnafan re axivîn. Davutoglu û Barzanî li kafeyekê rûniştin û bi hev re qehwe vexwarin.
Piştî pêwendiyên xwe yên li Wanê Serokwezîr Barzanî ji bo ku bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re bê bal hev bi balafirê çû Enqereyê.