Li ser banga CHPê ya: "Bila fezlekeyên der barê wezîran de ên ku gihîştine parlementoyê bi awayekî devkî bên xwendin û şûn de bo lijneya giştî bê pêşkêşkirin", Lijneya Giştî ya TBMMyê jî wê di 19ê adarê roja çarşemê di saet 15.00an de bicive.
Hevdîtinên li Lijneya Giştî dê Cîgirê Serokê Parlementoyê Sadik Yakut bi rê bibe. Yakut, piştî ku pevrûniştin da dest pê kirin dê hejmara ku ji bo civîne divê ye, kontrol bike. Heke hejmara ku ji bo civînê divê ye bigihîje 184an dê hevdîtin bê dest pê kirin. Li Lijneya Giştî ewil dê banga CHPê û şûn de nivîsa banga Serokê TBMMyê Cemil Çiçek bê xwendin û TBMM wê dest bi hevdîtinên der barê mijara ku hatibû daxwaz kirin, bike.