ŞANLIURFA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala bi balafireke taybet çûn Şanliurfayê û ji vir jî derbasî Sirûca navçeya Şanliurfayê bûn.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş li vir daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Hejmara penaberên ku do êvarê hatin 5 hezar bû, lê îro ev hejmar ji 60 hezarî derbas bû."
Kurtulmuş di berdewamiyê de wiha axivî: "Ez xêrhatinê didim kesên ku ji Qobaniyê hatin. Xwedê kesî neke penaber, înşelah di demeke nêz de vegerin welatê xwe. Em ê hewl bidin ku pirsgirêkên penaberan çareser bikin."
Kurtulmuş destnîşan kir ku niha 30 hezar êzdî li Tirkiyeyê dimînin.