29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
ÎZMIR
Feyzî Yenîkapiyê bavê leşker Gurkan Necatî Yenîkapiyê ku li Cizîra navçeya Şirnexê, di encama teqîna dema derbasbûna wesayita zirxkirî bû cangorî, bertek nîşanî êrîşên terorê da û got, "Diya min kurd e, bavê min kurd e, sulaleya min kurd e. Hûn ji Tirkiyeyê çi dixwaz in?"
Yenîkapî, li mala xwe ya Bûcaya navçeya Îzmirê ji rojnamevanan ra daxuyand ku ew bi xwe jî ji Diyarbekirê ye û kurd e.
Yenîkapî anî ziman ku kurê wî kesekî devbiken bû û herî dawî berî 2 rojan axivîbûn û hêviya xelasbûna leşkeriyê bû ji bo ku bizewice.
Yenîkapî anî ziman ku ewên ku beşdarî bûyerên terorê dibin û piştgiriya terorê dikin gelê kurd temsîl nakin û bi kelogirî bertekê nîşanî Hevserokê giştî yê HDPyê Selahattin Demîrtaş da.
Yenîkapî got, 'Demirtaş e çi ye? Xwîna gelê kurd mêtin' Hûn ji vî welatî çi dixwazin. Ez ji berê ve fêm nakim. Diya min kurd e, bavê min kurd e, sulaleya min kurd e. Hûn ji Tirkiyeyê çi dixwaz in? Xwedayê aferîner we isleh bike. Bila hemî kes şiyar bibin, hûn li pey çi de ne?"
Duh li taxa Nûrê li Cizîra navçeya Şirnexê di encama teqînekê da dema derbasbûna wesayita zirxkirî, Çawîşê Pisporê Cendirme Kadir Kayvenî, Onbaşiyê Pisporê Piyade Faruk Gezen û leşkerê er Gurkan Necatî Yenîkapî bibûn cangorî û 2 karmendê ewlekariyê jî birîndar bibûn.