Demirtaş bi jina xwe Başak, qîzên xwe Dilda û Delalê ve hat dibistanê û di sandoqa bi hejmara 1221an raya xwe avêt û pişt re daxuyanî da rojnamevanan.
Demirtaş daxuyand ku hilbijartin li ser xêrê be û wiha got: "Li Tirkiyeyê îro encam çi derdikeve bila derkeve, têkoşîna demokrasiyê dê neqede. Em jî bi serkevin, têkoşîna demokrasiyê dê neqede û namzedên din jî bi ser bikevin dê neqede. Têkoşîna azadiyê dê dewam bike."
Demirtaş destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo kesên bindest, ji bo kedkaran, karkeran û yên hetine cudakirin destpêkek e û wiha axivî: "Helbet rêjeya rayan jî dê vê destpêkê nîşan bide. Tirkiye ji hêla siyasetê ve gelek pêş ve çûye. Ev hilbijartin ji bo vê heyameke girîng e."
Li ser pirsa "Bi ya we hûnê ji sedî 10 li ser bendê rayan bistînin?" Demirtaş got ku ew ê zêdetir dengan hildin.
Demirtaş li ser pirsa "We raya xwe da kî?" wiha got: "Min raya xwe ji bo gelan, ji bo bindestan da. Zêde ne hewceye ku mirov bifikire, ji xwe zêde alternatîf jî tune bûn."
Demirtaş daxuyand ku ew ê hilbijartinê û encama wê her du navendên hilbijartinê yên ku li Stenbol û Diyarbekirê hatine avakirin bişopînin.