ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li dibistana navîn a Anittepeyê ji bo hilbijartina serokomar raya xwe avêt. Bahçelî silav da wezîfedarên sandoqan, nasname û karta xwe ya hilbijartinê da wezîfedaran û piştre raya xwe avêt.
Bahçelî berî ji dibistanê derkeve daxuyanî da rojnamegeran û got: "Ev roj ji bo dîroka komarê û siyasetê rojekê girîng e."