06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
ANKARA
Hêzên ewlehiyê der barê operasyonên li hember rêxistina terorê ya Silopiyê de raporeke taybet amade kir û di raporê de fikrên gelê Silopiyê hatin nivîsandin.
Di raporê de behsa operasyonên ku ji 15ê çileya pêşîn ya ku bi îlankirina qedexeya derketina derva ve dest pê kir hat kirin û fikr û nêrînên welatiyan bi hurgilî hat behskirin.
Hat gotin ku hêzên ewlehiyê di malên ku lêgerîn kirin de ji bilî çend bûyerên munferît rastî tu tevgerên nebaş nehatine. Hat tespîtkirin ku gelê Silopiyê bendê ye ku otorîteya dewletê car din bê tesîskirin.
Di raporê de hat gotin ku ji ber ku welatî nikaribûn ji malên xwe derkevin, telefonê 155 û 156 kirin û hewcedariyên xwe ji rayedaran re gotin. Hêzên ewlehiyê ji marketan û dermanfiroşan hewcedariyên welatiyan kirîn û danîn li ber derê wan. Ji ber vê dilê welatiyan li leşkeran germ bû û planên rêxistina terorê xirab bû.
- "Heke qedexeya derketina derve bê rakirin terorîstê car din xurt bibin"
Hat gotin ku gelê Silopiyê dibêje ku heke qedexeya derketina derve bê rakirin terorîstê car din xurt bibin. Ji ber vê divê tu carî destûr neyê dayîn û heta dawiyê tevbigerin ku terorîst bi tevahî ji herêmê bên paqijkirin.
- Îdiaya "Em zehmetiyan dikşînin" ne rast e
Di raporê de hat destnîşankirin ku di hin çapemeniyan de tê gotin ku qedexeya derketina derve wek "girtîgeh" tê binavkirin ku ev ne rast e. Lewra pêdiviyên gel tê dayîn û yên ku dibêjin "em zehmetiyan dikşînin" ew kesên ku rêxistina terorê wan bi kar tîne ne.
- Ji Karayilan telîmat
Di raporê de hat gotin ku ji ber ku operasyon kûr û hurgilî dewam dikin, hêzên ewlehiyê ji destpêkê vir ve, bêyî ku ewlahiya can û malê gel nekeve talukeyê hesas têvdigerin. Ev jî rêxistina terorê aciz dike. Ev acizbûn di telîmata Murat Karayilan de jî tê dîtin. Karayilan di axaftinên xwe yên li ser telsizê de ji terorîstan re dibêje ku bila pir baldar bin, telsiza nedin hemû terorîstan û yên ku telsîz di destê wan de hene jî bila baş û erênî biaxivin ku morala yên din xirab nebe.
Hat gotin ku welatiyên ku xwestin terka malên xwe bikin û herin re terorîstan xwarin û erzak dan ku ew neçin. Terorîstan malên kesên ku çûne jî talan kirin û ev erzak dane malbatên ku neçûn. Bi van tevgeran ve hewl didin ku di çavên welatiyan de xwe xweş bikin û piştgiriyê hildin.