Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Hereketên dagirkirin û binpêkirinê yên li Mescida Eqsayê hewldaneke leyîstina bi agir e. Îsraîl niha bi agir dilîze."
Kalin destnîşan kir ku leşkerên Îsraîlê nahêlin misilman derbasî beşa di hundirê Kuliyeya Mescida Eqsayê da bibin û wiha got: "Leşkerên Îsraîlê nahêlên misilman derbasî beşa di hundirê Kuliyeya Mescida Eqsayê da bibin. Mixabin bûn sedem ku gelek kes birîndar bibin. Rêvebiriya Îsarîlê tişta ku li Mizgefta Hz. Îbrahîm ya li bajarê El-Xelîlê kir, dixwazin li Mescida Eqsayê bikin. Bi vî awayî meşrû dikin ku şêniyên cihû bikevin wir. Em leşkerên Îsraîlê şermezar dikin ku bi potînên xwe yên qirêj pêlî ax, xalî û mizgefta Mescida Eqsayê dikin."
- "Ev helwesteke terefgiriyê ye"
Kalin diyar kir ku Serokomar Erdogan dixwaze bi gel ra were bal hev û wiha got: "Vê wekî kampanyaya hilbijartinê nîşan didin. Çi çaxê Serokomar bi gel ra tê bal hev, dibêjin 'Binihêrin kampanyaya hilbijartinê dimeşîne, di nav hewldanên siyasî da ye.' Ev helwesteke terefgiriyê ye, helwesteke qestî ye."