Der heqê kuştina mixtarê gundê Baggoziyê Mustafa Turhan (43) de endamekî PKK/KCKyê hat qefaltin.
Mustafa Turhan li mezreya Yiginliya gundê Yokuşbaglarê ber destê sibehê bi çekê hatibû kuştin. Lêkolîna Serdozgeriya Komarê ya Sertê dewam dike.
Di lêpirsînê de kamerayên ewlehiyê û MOBESEyê yên li derdorê nihêrîn.
Di dîmenan de derket holê piştî ku Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz diçe serdana gund, Turhan derbasî Sêrtê dibe û êvarê tevî hevalên xwe ji kafeyekê derdikeve. Di dîmenan de wesaîteke kirêkirî Turhan teqîb dike.
Nasnameya kesê ku wesaît kirê kiriye hat tesbitkirin. Wek mayîn sînyalên têlefonên gumanbaran ji herêma ku Turhan lê hat kuştin, dihat. Li ser vê ji bo qefaltina du kesên ku endamê PKK/KCKyê ne, operasyon dest pê kir.
Ji gumanbaran Abdulkerîm Erdogan (34) bi saya sînyala têlefonê bi destê cendirmeyan li çolê hat qefaltin.
Erdogan sewqî û edliyeyê kirin û hat derdestkirin.
Ji bo qefaltina kesên din jî lêgerîn dewam dike.
- PKKyê mixtarê ku hat kuştin tehdît kiribû
Derketibû holê Turhanê ku mixtar bû û gundparêziyê dikir nêzî 4 meh berê ji hêla rêxistina PKKyê ve hatiye tehdîtkirin. Li gor gotinan PKKyê ji Turhan xwestiye ku çeka xwe deyne û gund biterikîne.
Piştî ku haya cendirmeyan ji gefxwarinê çêdibe hewl didin ku ji bo Turhan parêzvan werin tehsîskirin. Hatibû destnîşankirin ku Turhan daxwaza tehsîskirina parêzvanan qebûl nekiriye û der barê mijarê de zabitname hatiye amadekirin.
Wek mayîn ji bo bûyera kuştina Turhan ewlehî û cendirmeyan tîmeke taybet amade kirin.