28 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
ŞANLIURFA
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê dema wesayîta leşkeran derbas dibû, endamên rêxistina terorê teqemeniyeke ku li ser rê bicih kiribûn teqandin û 3 leşker birîndar bûn.
Endamên rêxistinê ji cihê ku teqîn çêbû 5 kîlomêtro dûr reviyan û hewl dan ku dest bidin li ser wesayîtekî.
Mixtarê taxa Sariorenê Îbrahîm Încoyê ku di wesayîtê de bû serî li ber wan netewand û wesayît neda.
Terorîstan mixtar kuştin, dest dan li ser wesayîtê û ji cihê bûyerê reviyan.
Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê li navçeya Bozovayê li 9 taxan operasyoneke hevdem li dar xistin û 11 kes binçav kirin.
Li malên bersûcan lêkolîn hat kirin. Di lêkolînê de 7 çekên lûledirêj, 30 gule û gelek dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.