29 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Di dîrokê da çi kirin. Di sala 1920î da Sevr nîşanî me dan û di sala 1923yan da em bi Lozanê razî kirin. Hin kesan jî Lozan wek serkeftinekê nîşan da. Her tişt li meydanê ye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Mixtaran a 27emîn ya ku li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin da xitabî mixtarên ku Adiyeman, Enqere, Artvîn, Bitlîs, Bolu, Bursa, Çanakkale, Diyarbekir, Elezîz, Hatay, Isparta, Karabuk, Kastamonu, Kirşehir, Nîgde, Ordu û Samsunê hatibûn kir.
Serokomar Erdogan der barê hewla 15ê Tîrmehê da wiha axivî: "15ê tîrmehê him bi siyên li pişt hewldanê û him jî derbe bi ser biketa nêtên ku biçûna serî va hewldanek bû ku armanca wan perçeya dawîn a axa me ya ku ji 1912an heta 1923an di destê me de mabû dagirkerî bû. Gel van axan teslîmê wan nekir."
Erdogan der barê hewla derbeyê ya FETOyê da axaftina xwe wiha dewam kir: "Ez ji ber helwest û sekna xizmên şehîdan û xaziyan ku heta niha çûme serdana wan gelek xemgîn bûme. Der barê şehîdan da qala çîrokên wisa tên kirin ku meriv diheyire. Heta ku gelê bi helwest, bawerî û seknê tevbigere bi îzna Xwedê kes nikare bi me paş da gav bide avêtin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku di têkoşîna dijî terorê da wexat lazim e û wiha xeberda: "Ji bo ku dewlet ji rêxistinên terorê bê paqijkirin, dem lazim e. Em niha bi demê ra ketine qayişê. Ji ber ku mesele zehf tevlihev e 3 meh têrê nake. Ji ber vê jî di civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî da ku do hat kirin, pêşniyaz li hikûmetê hat kirin dema rewşa derasayî 3 mehê din jî were dirêjkirin."
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser rewşa derasayî û wiha got: "Pêkanîna rewşa derasayî bi tevahî ji bo têkoşîna dijî PKK û FETOya rêxistinên terorê ye. Mixalefet dibêje 'Meseleyên ku bi rayeyên rewşa derasayî va tên kirin bi xebatên Meclisê yên rutîn va jî tên kirin' lê belê ez vê nêrînê rast nabînim."
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha dewam kir: "Li Fransayê sê meh, dîsa sê meh û herî dawîn jî 6 meh, bi giştî saleke rewşa derasayî heye. Ji dinyayê kesî ji Fransayê re got 'Hûn çima saleke rewşa derasayî îlan dikin?' Ev aqil didin wezîran û dibêjin 'Salek rewşa derasayî ji bo Tirkiyeyê ne baş e. careke din van sê mehan dirêj nekin ha'. Ka bisekinin, hinekî bisebir bin. Dibe ku 12 meh jî têrê neke."
Erdogan der heqê êrîşên dawîn yên PKKyê da wiha peyivî: "Tenê sedemeke çalakiyên PKKyê yên dawîn heye, dixwazin bertekên li ser FETOyê kêm bikin û dîqet û baldariya Sûriyeyê û li Sûriyeyê jî ya Tirkiyeyê belav bikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bila tu kes ji bo me wext kifş neke û wiha dewam kir: "Nexşerê ya me tayîn neke. Nexşerêya vî welatî ev hikûmet eşkere dike, saziyên vî welatî eşkere dikin. Niha ev radibin û ji bo me nexşerê datînin. Yaw hûn ji kengê va bi Tirkiyeyê ra bûne dost û we kengê piştgiriya hewce daye. Hemû li bendê bûn ku ev derbe bi serfirazî biçe serî. Hemû agahî ji me ra hatin û gihîştin me. Kesên ku ji kêfa ra govend digirtin û li benda wê demê bûn hebûn lê Rebbê min û miletê min ev fersend neda wan."
Erdogan ji bo biryara Moody'sê der barê Tirkiyeyê da wiha got: "Heta ku hûn dikarin daxin lê heqê Tirkiyeyê ev nîne. Bi îzna Xwedê li Tirkiyeyê veberhênan dewam dikin, pêşketin dewam dike, pêşveçûn û xurtbûn dewam dike. Hûn ji rastiyên Tirkiyeyê dûr in. Çend qûriş pere bike bêrika vana kîjan notî dixwazî hilde. Evana wiha dixebitin. Em ji xwe zanin ku ew talîmatan ji kê derê distînin. Emê hergav rastiyan xeber bidin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî û wiha got: "Duhê di civîna me ya Lijneya Ewlekariya Neteweyî da ji hikûmeta me ra hat pêşniyazkirin ku 15ê Tîrmehê êdî wekî 'Roja Bibîranîna Demokrasî û Azadiyan' bê pejirandin û ji niha pê da roja 15ê Tîrmehê dê bona bibîranîna şehîd û xaziyên me tetîl be."