Piştî ku di 22yê tîrmehê da li Ceylanpinarê 2 polês di mala xwe da hatin cangorîkirin, bikarhênereke bi navê "ozlemhepsen"ê bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê twîtterê "kuştina polêsên li ser wezîfeyê weke kiryareke ku meriv pê kêfxweş bibe da nîşan" gilî lê hat kirin.
Parêzer Saruhan Gence Başaran û Yilmaz Ozgun Ozen daxwaznameya giliyê da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û di daxwaznameyê da gotin ku PKKa rêxistina terorê êrîşa li ser her du polêsan hilda ser xwe.
Li gor daxwaznameyê PKKê ev kiryar hilda ser xwe û bikarhêner jî piştî vê piştgirî da rêxistinê.
Di daxwaznameyê da daxwaz hat kirin ku der heqê gumanbar da bi hinceta sûcê "heqareta li ser bîranîna kesî, piçûkxistina Milletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Sazî û Şaxên Dewletê, xerabkirina yekîtî û bihevrebûna dewletê" kir, doz were vekirin û were cezakirin.