Li Îdîla navçeya Şirnexê dema wesayîta polêsan ji rê derbas dibû, terorîstan teqemeniya ku li ser rê bicihkiribûn teqandin. Di teqînê de 5 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyan dema polêsên ku di Balafirgeha Şerafettîn Elçî de dixebitîn bi wesayîtê ve diçûn, li ser rêya Îdîl û Cizîrê teqemenî hat teqandin.
Di teqînê de 5 polês birîndar bûn. Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdîlê.
Rê ji bo demekê ji hatin û çûyînê re hat girtin.