Elîf Şêx Mihemeda 100 salî ya ku heta niha tu carî ji gundê xwe derneketibû derve ji ber tehdîda DÎŞIyê rûyê xerîbiyê dît.
Li Kobanêyê di navbera milîtanên DÎŞIyê û hin komên kurdan de şer dewam dike. Kurdên ji Kobanêyê yên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê direvin xwe dispêrin Tirkiyeyê.
Hin welatî di destpêkirina şer de ji welatê xwe qetiyan û hatin Tirkiyeyê, hin welatî jî li hêviyê bûn şer biqede û ji welatê xwe neqetiyan. Tirkiyeyê ji bo cînarên xwe yê ku di tengasiyê de ne deriyên xwe vekir ku bira di ewlehiyê de bin.
Pîrika Elîf ya ku heta niha tu carî ji Kobanêyê derneketibû derve ji ber êrîşên DYAyê bi qîza xwe ya bi navê Îslam Şêx Bekir re hat heta sînorê Tirkiyeyê.
Pîrika Elîf ya ku xwediyê 15 zarokan e daxuyanî da nûçegihanên AAyê û diyar kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revine û hatine Tirkiyeyê.
Elîf Mihemedê destnîşan kir ku nexweşiyên wê hene û wiha got: "Min li mala xwe serê xwe dida ser balgiyê xwe lê belê niha ne balgiyê min ma ne jî tiştekî din. Em ji tirsê hatin Tirkiyeyê."
Mihemedê diyar kir ku bi lez ji mala xwe derketine û revîne ji ber vê yekê jî tu tiştek bi xwe re neanîne.
Îslam Şêx Bekira qîza wê jî destnîşan kir ku ev cara ewil e ku ji erdê xwe diqetin. Bekirê destnîşan kir ku ji ber emrê dayika wê rêwîtiya wan zehf zor derbas bû û wiha axivî: "Em dixwazin ku vegerin mala xwe. Ji bo ku şer biqede em dia dikin. Gelê Tirkiyeyê li me xwedîtî kir û ji bo vê em ji wan re sipasdar in.