HELEB
Li Kobanêyê di navbera hêzên kurd û DÎŞIyê de şer didome, ji herêma ku tê gotin neft lê ye, dû radibe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda şer li rojhilatê Kobanêyê gûr bû. DÎŞI ji serê sibê pê ve bi çekên giran êrîşî navçeyê dike. Her wiha ji ber ku gule li warîlên neftê yên li taxa Miktelê ketin teqîn çêbû û ji herêmê dû bilind dibe. Dûyê ku ji herêmê bilind dibe, ji Sirûca navçeya Rihayê jî xuya dike.
Hat destnîşankirin ku milîsên çekdar li dijî êrîşên DÎŞIyê şer dikin û dengê çekan ji Sirûcê jî tê bihîstin. Hin welatiyên ku nêzîkî xeta sînor dijîn pevçûnan temaşe dikin.