Li Mûşê nexweşxaneyek nû ya dewletê hat çêkirin û eşyayên nexweşxaneya kevin sewqî avahiya nû dikin.
Rêvebirê Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê Op. Dr. Ozgur Omer Yildiz, daxuyanî da rojnamegeran û got ku li bajêr nexweşxaneyek nû hat çêkirin û ew hêdî hêdî derbasî avahiya nû dibin.
Yildiz got ku hêj bitevahî derbasî avahiyê nebûne, heta du rojên din dê li avahiya nû bi cih bibin û êdî nexweşan jî li vir tedawî bikin û wiha dewam kir:
"Dawiya hefteyê me eşyayên nexweşxaneya kevin sewqî avahiya nû kir. Xebat dewam dikin. Heta roja çarşemê em ê li nexweşxaneya nû nexweşên xwe tedawî bikin. Em bi rêk û pêk bi pergal bar dikin ku tu kes mexdûr nebe. Êdî nexweşxaneyeke baş û modern a mûşiyan heye. Em ê li vê nexweşxaneya nû baştir xizmetê bidin û nexweşên me jî dema ku bên nexweşxaneyê dê vê cudahiyê bibînin. Nexweşxaneya nû li welatê me bi xêr be."