Elif Orhan
06 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir ku "Wekî ku karîn ber DAEŞa rêxistina terorê ber xwe bidin dê wisa jî dijî gendeliyê têkoşîn bidin."
Barzanî ji ber 25emîn salvegera serhildana ku di 5ê adara 1991an de dijî Rejima Baasê dan destpêkirin peyama pîroziyê weşand.
Barzanî di peyama xwe de ev gotin:
"Hêzên pêşmergeyan di adara 1991an de dijî Rejima Baasê serî hildan û dawî li zilma ku ev demek dirêj e li gelê mezlûm dikin anîn. Di vê serhildanê de peyameke wiha heye; dema ku gelê me yekdeng be tu hêz nikare ku beriya serkeftinan bigire. Gelê me her çiqas di meha adarê de serkeftinên mezin bi dest xisti be jî dîsa di meha adarê de rastî trajediyên mezin hat. Adar meha Helebçeya Şehîd e. Di vê mehê de bi çekên kimyewî êrîşî Helebçeyê kirin û hemû mirovahî ji vê sûcê berpirsyar e. Helebçe sembola mezlûmiyeta gelê Kurdistanê ye ji ber ku dijminan bi awayekî hovane gelek mirovên bêguneh şehîd kirin. Êrîşa navborî parçeyekî zincîra qetlîama ku dagirkeran û dîktoran dijî gelê Kurdistanê kirin e. Ev qas qetlîam, êrîş, koç û bedêlên bêsînor mafê tu aliyê tune ku bi awayekî bi şik nêzî kurdan bibe. Her kes divê baş bizane, bedêla ku kurdan daye ji serxwebûnê mezintir e. Hemû dinya ji vê trajedîyê berpirsyar e."
Barzanî got ku kurd niha jî bi rêxistina terorê ya herî hov û tirsnak a dinyayê re têkoşîn dike û wiha axivî:
"Hêzên pêşmergeyan digel hemû tehdeyên ku dijmin dijî gelê Kurdistanê dikin û qeyrana aboriyê hember terorîstan serkeftinên mezin bi dest xist. Gelê me bi sebr bû û hêzên me jî bi wêrekiyeke mezin welatê xwe parastin. Niha peywira ku dikeve ser milê me ew e ku em ji vê pêvajoya hesas û dijwar derbas bibin. Her kes ji bo ku terorîstan ji herêmê dûr bixin divê hemû hêza xwe seferber bikin û piştgirî bidin hêzên pêşmergeyan. Me çawa ku dijî rêxistina herî hov û tirsnak li ber xwe da, bi îzna Xwedê em ê bi heman awayî dijî gendeliyê têkoşîn bidin û bixebitin ku gendelî xilas bibe."