02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
DOHA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku ji vir pê ve di navbera Qeter û Tirkiyeyê de vîze hat rakirin û wiha got: "Welatiyên tirk û yên qeterî wê bikaribin bi rehetî di navbera welatên me de herin û bên. Ev gaveke dawîn e. Ji ber vê ez zehf spasiya birayê xwe Şêx Temîm dikim."
Serokomar Erdogan li Dohaya paytextê Qeterê li otêla ku wê lê bimîne daxuyanî da.
Erdogan got ku wî bi Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî re 15 peymanên pir girîng îmze kiriye û wiha axivî: "Ji van ya herî girîng rakirina vîzeyan e ku em dikarin ji vê re bibêjin peymana 16emîn. Ji vir pê ve di navbera Qeter û Tirkiyeyê de vize hat rakirin. Welatiyên tirk û yên qatarî wê bikaribin bi rehetî di navbera welatên me de herin û bên. Ev gaveke dawîn e. Ji ber vê ez zehf spasiya birayê xwe Şêx Temîm dikim."
BOTAŞ û Şirketa neftê ya neteweyî ya Qeterê peyman îmze kir
Erdogan li ser pirsa "BOTAŞ û Şirketa neftê ya neteweyî ya Qeterê peyman îmze kir" jî wiha axivî: "Der barê vê mijarê de jî ji xwe berê ve hewl dihat dayîn ku nefta Qeterê li Tirkiyeyê ji bo veberhênana LNGyê bixin bazarê. Me jî ev tevger erênî dît. Li Tirkiyeyê depoyên LNGyê hene. Dibe ku ji hikûmetan bo hikûmetê an jî bi awayekî cuda gavên veberhênanê wê bên avêtin."
Erdogan û Şêx Temîm piştî civîna Komîteya Stratejîk a Bilind ya Tirkiye û Qeterê bi hev re civîna çapemeniyê li dar xistin.
Erdogan destnîşan kir ku di qada bazirganiyê de gavên girîng hatin avêtin û wiha dewam kir: "Ya herî girîng li hember terorê herdu welat wê bi hev re tekoşînê bikin ku ez ji ber vê kêfxweş im. Di tekoşîna me ya terorê de, di tekoşîna ku em ê bidin ya li Filistînê û li Sûriyeyê de ev tevger me eleqedar dike."