Elif Orhan
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
WASHINGTON
DYAyê îlan kir ku li hemû misyonên dîplomatîk ên DYAyê yên li Tirkiyeyê xizmetên vîzeyê yên ku koçmen nînin da rawestandin li ser vê yekê Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê jî daxuyaniya "Li hemû mîsyonên me yên li DYAyê miameleyên vîzeyê yên ji bo welatiyên DYAyê hatine rawestandin" kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Mîsyona Dîplomatîk a Tirkiyeyê ya li DYAyê ya der heqê mijarê de hat dayîn de ev hatin gotin:
"Tiştên ku demên dawîn qewimîn, Hikûmeta Tirkiyeyê mecbûr hişt ku teahûdên Hikûmeta DYAyê yên der heqê ewlehiya tesîs û personelên mîsyonên Tirkiyeyê ji nû ve binirxîne. Di pêvajoya nirxandina navborî de ji bo ku jimara ziyaretvanên ku têne Balyozxaneya me ya li DYAyê û Serqonsolosxaneyên me bikeve asta jêrîn ji niha pê ve miameleyên vîzeyê yên ji bo welatiyên DYAyê yên li hemû mîsyonên me yên li DYAyê hatin rawestandin"
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku vîzeya etîket, e-vîze, Soz û vîzeya bandrola li sînor jî di nav sepanê de ne.
Berê Balyozxaneya Enqereyê ya DYAyê jî eşkere kiribû ji bo ku jimara ziyaretvanên ku diçin balyozxane û qonsolosxaneyan daxin asta herî kêm xizmetên vîzeyê yên ku koçber nîne yên li hemû mîsyonên dîplomatîk ên DYAyê yên li Tirkiyeyê rawestandin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê kûmpasa FETOya rêxistina terorê ya çekdar a di 17/25ê kanûna pêşîn a 2013an de hatibû tespîtkirin ku têkiliya Metîn Topuzê peywirdarê Serqonsolosxaneya Stenbolê ya DYAyê bi midûrên polêsan ên berê yên ku der heqê wan de doz hatine vekirin û dozgerê berê yê firarî Zekeriya Oz re heye.
Topuz ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinê û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve ji ber sûcên "Teşebûsa ji holê rakirina pergala Destûra Bingehîn", "sixurî" û "Teşebûsa ji holê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" hatibû girtin.
Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya DYAyê bertek nîşanê mijarê dabû. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî der heqê Topuz de daxuyaniya "Kesê navborî yê ku di 25ê îlona 2017an de ji ber sûcên bi terorê re têkildar hat binçavkirin û pişt re hat girtin hem di lîsteya fermî ya personelên qeydkirî ya Serqonsolosxaneya DYAyê de nîne hem jî xwediyê tu muafiyeteke dîplomatîk an jî konsuler nîne." dabû.