ANKARA
Di xwepêşandanên bêdestûr ên ku bi hinceta êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê yên li ser Kobanêyê hatin kirin de, ji roja duşemê heta niha 32 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Di bûyeran de heta niha li Diyarbekirê 12, li Mêrdînê 6, li Sêrtê 5, Li Gazîentabê 4, li Batmanê kesek, li Mûşê kesek, li Edeneyê kesek û li Stenbolê kesek bi tevahî 32 kes mirin.
Li Diyarbekirê 4 kesên hat ragihandin ku alîgirên Huda Parê ne, di êrîşa çekdar a li ser komaleya bi navê Koy Derê de mirin. Piştî êrîşan di navbera alîgirên Huda Parê û PKKya rêxistina terorê de li nav kolanan pevçûnên çekdar û bûyer derketin û 7 kes mirin.
Di dema cenazeya du kesên ku di bûyerên li Dargeçîta navçeya Mêrdînê derketin de mirin, bûyer derketin û di bûyeran de 6 kes birîndar bûn. Yek ji birîndaran pişt re li nexweşxaneya ku rakiribûnê mir. Ji aliyê din ve li Kiziltepeya navçeya bajêr li Kolana Ûrfayê ya ku wir xwepêşandanên bêdestûr dihatin kirin, 2 term hatin dîtin. Hat diyarkirin ku yek ji terman termê Fehad Îbrahîm Eldûverîcêyê (45) ji Erebistana Siûdî yê ku ji bo serdana cejnê hatibû ku xizmên xanima xwe yên li navçeyê ziyaret bike ye. Termê din jî yê Mihemed Latîfê sûriyeyî yê ku li Mêrdînê rûdinê ye.
Li Sêrtê di bûyerên ku ji bo berteknîşandana DÎŞIyê derketin de, bi çekan êrîşî îstasyona sotemeniyê kirin. Di êrîşê de kesek birîndar bû û di nexweşxaneyê de mir, piştî êrîşî bûyer derketin û kesekî birîndar li ser rê hate dîtin û ew jî mir û jimara miriyan derket 2yan. Di bûyerên li navçeya Kûrtalanê jî 2 ji wan heman malbatê bi tevahî 3 kes mirin.
Di dema xwepêşandanên bêdestûr ên li Taxa vatanê ya Gazîentabê de kesek dema li şaneşîna xwe rûdinişt gule lê ketin, yên din jî dema ku li kolanan dimeşiyan gule li wan ket û bi tevahî 4 kes mirin.
Kesekî ku li batmanê di xwepêşandanan de bi xedarî birîndar bibû, li naxweşxaneya ku rakiribûnê mi.
Li Esenyûrta Stenbolê kesek an jî hin kesên nasnameya wan nediyar bi tifinga bipompe gule barandin li ser xwepêşanderan. Guleyan îsabetî serê Mehmet Degîrmencî kir. Mehmet Degîrmenciyê ku bi xedarî birîndar bû, mir.
Li Edeneyê hin kesên rûpoşkirî ketin malekê li Taxa Çamlibelê ya navçeya Yuregîrê ya navend a ku xwepêşandan wir dihatin kirin. Kesên rûpoşkirî bi kêran êrîşê mêrikê 69 salî û kurê wî kirin. Di êrîşê de bav mir û kurê wî jî bi xedarî birîndar bû.
Li Wanê xwepêşanderan xwest ku Kulliyeya Bedîuzzaman a li taxa Şerefiyeyê bişewitînin. Kesekî bertek nîşanê vê yekê da û kesek an jî hin kesên nasnameya wan nediyar bi çekan li vê şexsê xistin û ew kuştin.
Li Vartoya navçeya Mûşê di xwepêşandanên bêdestûr de kalikê gazê serê ciwanekî ket û digel hemû mudaxaleyan ciwan mir.
-Li Bingolê 2 şehîd
Ji aliyê din ve li Bingolê dema ku Midûrê Ewlehiyê Atalay Urker, Arîkarê Midûrê Ewlehiyê Atîf Şahîn û Serkomîser Huseyîn Hatîpoglu kargehên ku di xwepêşandanên bêdestûr de zirar dîtin digeriyan, bi çekên lûledirêj êrîşî wan kirin.
Di êrîşê de Arîkarê Midûrê Ewlehiyê Şahîn di cihê bûyerê de, serkomîser Hatîpoglu jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê şehîd ketin.