Selma Kasap
09 Gulan 2023•Rojanekirin: 09 Gulan 2023
ANKARA (AA) - Teşkîlata Îstixbarata Milî (MÎT) bi operasyonekê li Gareya bakurê Iraqê, Tekîn Okanê bi kodnavê "Deniz Behrî" yê berpirsê yekeya hêza taybeta asîmanî yê PKK/KCKyê berteref kir.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat sitendin di çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê yên ku li Sûriye û Iraqê li dijî hêzên ewlekariyê hatin lidarxistin de droneyên ku proje û îmalata wan aidî Okan in hatin bi kar birin.
Di êrîşên ku li navenda bajêr a Şirnexê sala 2018an, li Balafirgehên Diyarbekir û Batmanê sala 2021ê de hatin lidarxistin de terorîst Okan amadekarê êrîşan bûye.
Okanê ku MÎTê ew xistibû lîsteya hedefê bi berdewamî li Iraq û Sûriyeyê di nava tevgerê de bû.
Okanê ku hat tesbîtkirin 2010an de beşdarî rêxistinê bûye û sala 2011an derbasî bakurê Iraqê bûye, rêveber û berpirsê geşepêdana projeya wesayitên asîmanî bûye.
Okan bi operasyonekê li Gareya bakurê Iraqê hat berterefkirin.