AĞRI
Pitika Selîm û Ayşeyê ku 5 roj berê jidayîk bûbû û pitika Hakan û Tûbayê ku 40 roj berê jidayîk bûbû, li Nexweşxaneya Nexweşiyên Jin û Zarokan a Agriyê ji ber nexweşiya pişikê girtibûn bin tedawiyê.
Lê digel tedawiyên ku hatin kirin jî, rewşa herdu pitikan jî giran bû. Ji ber vê yekê ji Wezareta Tenduristiyê balafira anbulans hat xwestin. Balafira ku ji Gazîantepê rabû, daket balafirgeha Agriyê.
Tîmên tenduristiyê û doktoran pitik anîn balafirgehê. Ji pitikan yek şandin Nexweşxaneya Farabî ya KTU ya Trabzonê, ya din jî şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elazigê.