ANKARA
Li Tirkiyeyê li hin bajaran navê qad û parkan danîn Rabîa. Hin malbatan jî navê pitikên xwe yên nû bûne danîn Rabîa.
Piştî komkûjiyên li Misrê, li Tirkiyê 294 malbatan navê Rabîa ya ku bû nîşana berxwedana dijî derbeyê li pitikên xwe yên keçîn ku nû ji dayîk bûne, kirin.
Navê Rabîayê ku di zimanê erebî de tê wateya çar, çaremîn, li Misrê bû nîşana berxwedanê.
Bi deh hezaran derbenexwaz li Qada Rabîatu'l Adewiyeya ku bû navenda berxwedanê, bi destê xwe çaran nîşan didin û hewl didin ku dengê xwe ragihînin dinyayê.
'Navê Rabîayê li zarokên xwe kirin'
Gelê Turkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin gelê Misrê di çalakiyên ku li dar xistin de nîşana Rabîa rê dan û bertek nîşanî komkûjiyan dan.
Serokwezîr Erdogan bi îşareta Rabîayê silav da welatiyan, li hin bajaran navê park û qadan kirin Rabîa, hîn malbatan jî navê Rabîayê li zarokên xwe kirin.
Li gorî Midûriyeta karên welatîbûn û serjimariyê, li Îstanbûl 56, li Vanê 20, li Gazîentebê û Ankarayê 14, li Şanliûrfayê 12, li Diyarbekirê 10, li Adana û Îzmîrê 9, li Hatayê 8 li tevahiyê welêt 294 malbatan navê pitikên xwe yên keçikê ku nû jidayîk bûne danîn Rabîa.