12 Hezîran 2019•Rojanekirin: 13 Hezîran 2019
Di Herekata Pencikê ya ku li herêma Xakurka li bakurê Iraqê dewam dike da 2 terorîstên PKKyî yên ku teşebûsa êrîşê kirin hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina neteweyî hat dayîn komandoyên ku Herekata Pencikê didomînin demildest bersiva terorîstên PKKyî yên ku teşebûsa êrîşê kirin dan.
Komandoyan 2 terorîst berterefkirin û bi terorîstan ra 2 tifingên AK-47 û kameraya seriyan hatin bidestxistin.
Jimara terorîstên ku ji serê herekatê va hatin berterefkirin derket 45an.
Wezaretê dîmenên çek û cebilxaneyên hatin bidestxistin jî parve kirin.