Ekîbên Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Afet û Acîl ya Serokwezîriyê (AFAD) gund gund digerin û pêdiviyên kurdên sûriyeyî yên ku ji şerê Kobanêyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê tespît dikin û alîkariyê didin wan.
Berpirsiyarê Depoya Lojîstîka Giştî yê AFADA Sirûcê û Midûrê Bajarê Yozgatê Halîl Îbrahîm Îbîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji destpêka hatina penaberan û vir ve li Sirûcê nêzî sînor wezîfeyê dikin.
Îbîş got ku AFADê di serî de, alîkariyên hemû sazî, rêxistinên civaka sivîl, xêrxwaz û alîkariyên ku ji saziyên navneteweyî hatin koordîne kir û ji cihên hewcedar re şand û qeyda hemû alîkariyan girt û wiha dewam kir:
"Me pişt re li ser daxwaza Navenda Rêvebiriya Krîzê ya Sirûcê alîkarî li gundan belav kir. Li vir eqrebayên hemû penaberên ku xwe sipartin Tirkiyeyê hene. Li gund û taxan dimînin. Em jî li gundan digerin û alîkariyê li penaberan belav dikin. Em heta niha gihîştin 90 gundî."