ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz der barê îdiayên ku dibêjin haya leşkeran tuneye ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bûne de wiha got: "Haya min heye. Ez wezîrê leşkeriyê me."
Rojnamevanekî beriya Komcivîna AK Partiyê ya li Meclisê derbarê "îdiayên ku dibêjin haya leşkeran tuneye ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bûne " de pirsek ji Yilmaz pirsî. Yilmaz wiha bersivand: "Haya min heye. Ez wezîrê leşkeriyê me."