Muhammet Kurşun
31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
ANKARA
Wezîrê Navxweyî Suleyman soylu, der barê welat û hêzên ku piştgiriyê didin rêxistina terorî PKKê de got: "Bila kes li qisûrê nenêre, piştgiriya ji bo PKKê ji wî aliyê dinyayê nayê. Ji cihekî Tirkiye û em pê nizanin nayê. Terorîstên ku Tirkiye bi bultena sor li wan digere li Koreya Başûr rûniştinê wernagirin. Çekên nipînû Japonya nade PYDa ku halê bimeqyaj ê PKKê ye. Loma tercihên xelet di holê de hene."
Soylu, di qursa qaymeqaman de axivî û der barê têkoşîna li dijî terorê û piştgiriya PKKê de nirxandin kirin.
Wezîrê Navxweyî Soylu bal kişand ser şerê serdestiya cîhanê, arîkariyên ji PKKê re tên û helwesta Tirkiyê ki hemberî van.
Soylu wiha axivî:
"Bila kes li qisûrê nenêre, piştgiriya ji bo PKKê ji wî aliyê dinyayê nayê. Ji cihekî Tirkiye û em pê nizanin nayê. Terorîstên ku Tirkiye bi bultena sor li wan digere li Koreya Başûr rûniştinê wernagirin. Çekên nipînû Japonya nade PYDa ku halê bimeqyaj ê PKKê ye. Loma tercihên xelet di holê de hene.
"Em baş dizanin kî bi Qendîlê re têkiliyê datîne. Menşeê çekên ku em bi rêxistina terorî re digirin em dizanin aîdî ku derê ye. Em dizanin ji ku bo Tirkiyê tê neqilkirin. Haya me ji van heye û em tevdîrên xwe hildidin."