ADANA
Li Edeneyê gelek malbat bi erebeyên hespan debara xwe dikin. Welatî carinan bi erebeyên xwe çerçîtiyê dikin, carinan jî ji ser çopan xurdeyan berhev dikin û difroşin.
Welatî serê hefteyê diçin paza hespan a li taxa Karşiyakayê ya navçeya Yuregîrê, hespên ku li diecibînin di serî de ji hêla diran, mulayimî û qewetê ve kontrol dikin û dikirin.
Bihaya erebeyekê nêzîkî 2 hezar û 500 lîreyî ye. Welatî hefteyê rojekê diçin pazara hespan û li vir erebeyan dikirin. Rojê mesrefê êm û alifê hespekî bargir 30î lîre ye.
Ekrem Dûrmazê ku debara xwe bi erebeya hespê dike diyar kir ku bar û tiştên milet ji sedî 50 ji erebeyên bimotor erzantir dibin û lewma erebeyên hespa tên kirêkirin. Dûrmaz got ku ew 15 sal e vî karî dike û ji bilî barkişandinê carinan jî etariyê dike. Dûrmaz bal kişan li ser hejmara erebeyên hespan û got: "Li bajêr ji hezarî zêdetir erebe hene. Hin hevalên me xurdeya difroşin. Perêyê ku em qezenc dikin pê ji hespan re êm distînin, herwiha cihê ku em hespên xwe lê xwedî bikin jî tuneye ji ber vê yekê em hespand di bexçeyên malên xwe de girêdidin."
Dûrmaz got ku ew her sibe şiyar dibin, hespên xwe tîmar dikin û derdikevin û hetanî êvarê dixebitin.