ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglû der heqê pêvajoya çareseriyê de got: "Pêvajoya Çareseriyê bi vîna me dest pê kir, bi vîna me dê dewam bike. Em ê vê pêvajoyê bibin serî. Ew kesên ku li dijî vê yekê difikirin yekîtiya Tirkiyeyê naxwazin. Tevlî hemû tehrîk û provakasyonan em ê pêvajoyê bibin serî."
Davutoglû hevpeyvîn da kovara "Bultena Tirkiyeyê" ya AK Partiyê û ji bo pirsa der heqê pêvajoya çareseriyê de wiha got:"Pêvajoya çareseriyê netewiye, resene û xwemaliye. Armanca pêvajoya çareseriyê aramiya hemû Tirkiyeyê ye, biratiya herkesî û hemwelatiyeke rastîn e. Bi vîna me dest pê kir, bi vîna me dê dewam bike. Em ê vê pêvajoyê bibin serî. Ew kesên ku li dijî vê yekê difikirin yekîtiya Tirkiyeyê naxwazin. Bi tevlî hemû tehrîk û provakasyonan em ê bibin serî. Helbet haya me ji wan hemû dînamîkên ku li herêmê diqewimin heye. Lê êdî pirsgirêka çareseriyê xwediyê bingeheke hiqûqî ye û hemû hêlên gel jî piştgiriyê didin vê vînê. Vîna hikûmeta me wek pola ye."
"Em ê nehêlin ku xwîn û hêstirên çavan paşve bên."
Davutoglu diyar kir ku rûdan, tehrîk û provakasyonên ku li sînorê Tirkiyeyê diqewimin dê nikaribe bandoreke neyînî li ser vîna pêvajoya çareseriyê bihêle û wiha pê de çû:"Ew kesên ku dibên qey em ê destûrê bidin wan di nav şaşiyeke mezin de ne. Bila her kes ji vê yekê bawer bike ku em nahêlin carek din xwîn û hêstirên çavan paşve bên. Lewra ez dixwazim vê yekê bi awayekî aşîkar bibêjim ku pêvajoya çareseriyê ji bo dewleta me, ji bo gelê me û ji bo hikûmeta me beyana vîneke saxleme. Îslam dînê aştiyê ye û em jî heta dawiyê li aliyê edalet û aştiyê ne. Tirkiye teqez dev ji pozîsyona xwe ya ehlakî bernade."