Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê got ku dê partiyan di hilbijartinên ku dê di sala 2015an de bê kirin de astengiya benda hilbijartinê nekêşe û tu endîşeyên wan ên wekî ji benda sedî 10 a hilbijartinê derbasnebûnê tune.
Yuksedagê di axaftina xwe ya ku 1emîn kongreya bajêr a Manîsayê ya partiya xwe de got ku bi HDPyê li Tirkiye, Rojhilata navîn û Mezopotamyayê destpêkeke nû qewimî û ev yek bawerî û kelecanek vala nîne.
Yuksekdagê parast ku biserneketin êdî qedera hemû gelên herêmê nîne û got ku navendeke siyasî ya nû ava bû, ji bo guherîna demokratîk navendeke siyasî hat avakirin û siyaseta guherînê ne tenê di nav cihên diyar de belavî qadeke fireh a polîtîk kirin û di vê yekê de jî bi ser ketin.
Yuksekdagê diyar kir ku li Tirkiyeyê navenda vê guherînê HDP ye û dê îsal bi namzedên serbixwe ne lê dê wek partî bikevin hilbijartinan.
Yuksekdagê parast natirsin ku ji benda hilbijartinê ya ji sedî 10ê derbas nebin û wiha axivî: "Ditirsin ku HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û ev yek ji wan re bibe pirsgirêk. Ji niha ve ji ber vê pirsgirêkê nizanin dê çi bikin. Benda hilbijartinê dê ne ji bo me, ji bo wan bibe pirsgirêk. Dema me vê bendê xira kir û em derbas bûn, ew dê di bin kavlê bendê de bimînin û ev yek jî dê ji bo wan bibe pirsgirêk."
-Pêvajoya çareseriyê
Yuksekdagê der barê pêvajoya çareseriyê de jî îdia kir ku hikûmet di vê mijarê de têra xwe wêrekî nîşan nade û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di bûyerên ku li Cizîrê diqewimin de hewl didin ku şeht li pêvajoya çareseriyê bidin û tu kes nikare me bide bawerkirin ku ev bûyer karê rêxistina paralel e, dê hemû planên ji bo provokekirina pêvajoya çareseriyê betal bikin û nehêlin ku ew bi ser bikevin."