30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di resepsiyona ku li Kulliyeya Serokomariyê bi boneya 30ê Tebaxê Cejna Serfiraziyê hat li darxistin de axivî.
"Em mezlûmên Arakanê bi tenê nahêlin"
Serokomar Erdogan got, "Em nikarin wijdanê xwe, hesta xwe ya edaletê, pîvanên xwe yên heqaniyetê deynin hêlekê û ji bo berjewendiya xwe her tiştî biperçiqînin.Ji ber vê her wekî ku me ji birayên xwe yên li Sûriyeyê, Iraqê, Balkanan, Kafkasan, Bakurê Efrîqayê dilê xwe vekir, bi heman şêweyî em mezlûmên Arakanê jî tenê nahêlin."

"Derbarê pêşhatên herêmê hemî hilbijarde li ber destê me ne"
Serokomar Erdogan herwiha got, "Derbarê pêşhatên herêmê hemî hilbijarde li ber destê me ne. Em ruyên rasteqîne yên wan lîstikên ku bi bikaranîna rêxistinên terorê li herêmê tên leyistin, dibînin û em ti sepandinê qebûl nakin."
"Ev çawa hevpeymanî ye? Ev çawa bihevrebûneke di nava NATOyê de?"
Erdogan derbarê leyistikên ku li ser Tirkiyeyê tîn leyistin wiha got, "Ewê ku dixwazin bi mijara rêxistinên terorê Tirkiyeyê têxin tengasiyê de, wê piştî demekê bombeya ku pîma wê kişandine wê di nava destê wan de biteqe. DEAŞ... Hedef DEAŞ. Eha binerin nuha çekên hevpeymanên me di destê DEAŞê de ne. Ev çawa hevpeymanî ye? Ev çawa bihevrebûneke di nava NATOyê de. Mîna bûmerangê wê hilpeke bizîvire were li wan bikeve."

Serokomar Erdogan anî ziman ku Tirkiye bêndereke ewledar e û wiha pê de çû:
"Tevî van hemiyan, em dibînin ku hinek dewlet di warê siyaset û aboriyê de bi me ve dilebikin. Tirkiye welatek e ku tenê qenciya wê digihîje dostên wê, lê yên ku dijminahiya wê bikin, her tim hêvîşikestî bûne. Armanca me zêdekirina dostan e. Em bi dilsozî destê dostaniyê dirêj dikin. Yên ku bi vî destî bigire, wekî heta nuha dît, wê tu carî poşman nebe."