30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê 10 gumanbarên ku li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê dikir û di amadekariya çalakiyan de bûn, hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Dijî Terorê û Şaxa Sûcên Sîberê yên girêdayî Rêveberiya Ewlekariyê, tesbît kirin ku li navenda bajêr, hinek kes li hesabên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê dikin û heqaretê bi Serokomar Recep Tayyip Erdoğan dikin.
Di encama operasyonên hevdem de li dijî hinek navnîşanan 10 gumanbarên ku di amadekariya çalakiyan de bûn, hatin binçavkirin.
Di lêgerîna navnîşanên gumanabaran de, 3 demançe, 3 demançeyên hişkeber ku veguhastine ya rastî, 126 berik, bilyeyên hesinî ku ji bo çêkirina bombeyê wê bikar bianiyana, kovarên Sizintiyê yê FETOya rêxistina terorê, fotografê Abdullah Ocalanê serkirdeyê rêxistina terorê, cilûbergên endamên rêxistinê, hejmarek gelek materyalên dijîtalî û dokumentên rêxistinî hatin desteserkirin.
Lêpirsîna ekîban derbarê bûyerê de berdewam e.